Herêma Kobanî yek ji herêmên sereke ye li rojavayê Kurdistanê, weke tê zanîn 3 Kurdistana rojava ji 3 herêma pêk tê, herêma Cizîrê, herêma Kobanî û herêma Efrînê. Rojavayê Kurdistanê jî, ji Dêrîka Hemko, ku li ser sînorê başûr bakurê Kurdistanê ye dest pê dike û bi Efrînê diqede.
Xelkê Kobanî hemû Kurd in, berê hinek Ermenî hebûn, pîşesaziya herêmên di destê wan de bû, piştre ew çûne Ermenistanê, li Êrîvanê bi cih bûn. Niha hejmareke pir kêm ji Emeniyan li bajêr mane.
Ji Kobanî, gelek ciwan tevlî PKK bûbûn, di nava gerîlayên Kurd li Bakurê Kurdistanê şehîd ketibûn.
1-Navê Kobanî:
Li gorî gelek jêderan navê “Kobanî” ji gotina Îngilîzî (Company) hatiye. Di salên 1910-1920-an de Kampaniya Elmanî ya ku rêya Trêna di navbera Berlîn û Bexdadê de çêdikir, li wê heremê bi cî bûye. Ji çiyayê Miştenûrê (gundê Helincê) kevirên reş ji bo rê derdixistin û dibirin. Pişt re jî, navê Kompanî dibe Kobanî û heta niha jî wisa tê gotin.
2-Sînorê Kobanî:
Kobanî yan jî Kobanê (bi erebî: عين العرب) li ser sînorê di navbera Sûriye û Tirkiyê de ye, li hemberî bajarê Sirûcê yê li aliyê tirkî. Nezîkî 160 km li bakurê rojhelatê Helebê ye, 30 km. li rojhilatî çemê Firat e.
Firehbûna xaka kobanî (3000,23 km2) ye. Kobanî û herema deşta Suruç ê yekser bi Urfa (Riha) yê ve girêdayî ye. 100 km dûrî bajarê Urfa ye. Ji aliyê îdarî ve ser bi parêzgeha Helebê ve ye. Li bakurê wê sînorê dewleta Turkiyê (Riha) ye li başûrê wê sînorê parêzgeha Reqayê ye, li rojhilata wê sînorê herêma Tilebyede (Girê Spî), li rojavayê wê sînorê Herêma Cerablusê û çemê Feratê ye.
3-Nifûsa Kobanî:
Li gor serjimêriya 2006 nifûsa Kobanî, tevî navend û gund û nahiyan, 460 hezar bû. Her wiha 384 gundên wê hene. Lê bi destpêkirina şerê Sûriyê re, ji sala 2011 ve, hejmara xelkê herêmê dibe ku nêzîkî 650 hezar kes be, ji ber ku gelek Kurdên Heleb, Şam, Humus û Hemayê reviyane Kobanî û niha li wir bi cih bûne.
4-Eşîretên Kobanî:
Kobanî bi eşîretên xwe navdar e. Hemû xelkê Kobanî ji eşîretan pêk tê. Eşîreta herî mezin, Beraz in. Beraz bi xwe weke konfedrasyona Eşîretan e, di nava wê eşîretên weke Mîran, Kêtikan, Şêxan, Oxî, Dinnan, Zirwar, İlêdînî, Şedadî, Mi’ef, Pîjan, Bêskan û gelek eşîretên din jî hene.
Berazî heta bi Ruha, Mereş, Entab û Erzrûmê belav bûne.
Mezinê eşîreta Berazan, Bozan Beg û Hirço bûn. Bozan Beg di dema xwe de parlamenterê Rihayê bû, di meclisa millî ya mezin de li Enqereyê. Biraziyê Hirço, Şahîn Beg, di salên 50yan de li Şamê parlamenter bû. Hirço yek ji damezrênerên Komeleya Xuybûn bû.
5-Aboriya Kobanî:
Piranî gelê Kobanî bi çandinî û xwedîkriina ajelan re mijûl dibe. Wek: Pembû, genim, nîsk, nok, Kemûn, ceh, kuncî, garis(misir), kemûn û gelek tiştên din.
Van salên dawiyê jî çandiniya daran (fistiq, mişmiş “qeysî”, Tirî, henar, hêjîr û tiştên din) pêşketiye.
Gelê Kobanî bi xebata kolandina bîrên avê bi makîneyên taybet(Xeraze) naskirî ye.
7-Kevneşopên Dîrokî:
Li Kobanî gelek kevneşopên dîrokî, weke şikeft, nexşên li ser keviran, hatine dîtin. 2 şêrên kevirîn ên mezin ji gundê Şêranê, ji bo bajarê Reqqa hatine vegihestin ku ew niha di destê DAIŞ de ne.
Di Çiyayê Miştenûr de jî gelek şkeftên dîrokî hene, şikefta herî bi nav û bang jî, şikefta Qîzîkan (Keçkan) e.
8-Gundên di bin destê DAIŞ de
Zormigar: 42 km dûrî Kobanî ye
Beyadiye: 39 km dûrî Kobanî ye
Ziyaret: 40 km dûrî Kobanî ye
Di heftiya borî de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku 3 gundê din li rojhilatê Kobanî ketin destê çekdarên DAÎŞê de. Jêder: Rûdaw