Serrûpel Nûçe “Çekdarên DAIŞ weke berê li Kobanê nemane“

“Çekdarên DAIŞ weke berê li Kobanê nemane“

Belav bike


Fermandeyê Hêzên Pêşmerge yên li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê General Ehmed Gerdî, behsa eniyên şer yên li Kobanê kir û ragehand ku çekdarên DAİŞ’ê niha vekişînê wek çareseriya herî baş dibînin ji ber nema dikarin berevaniyê li xwe bikin.

General Ehmed Gerdî wiha axifî: ‘’Herçiqas ligel hatina Pêşmergeyan rewşa şer guheriye, lê ligel topbarankirina me ew jî topbaran dikin û heta niha em bi tundî bersiva wan didin, wek mînak ji doh ve heta niha derbeyeke dijwar li wan hatiye xistin ku di 24 saetan de nikarîne topbaranê bikin, evna jî nîşaneya lawazbûna wan e.’‘

Derbarê wan cihên ku li Kobanê hatine kontrolkirin de jî General Gerdî got: ‘’Di van çend rojên borî de zêdetir Pêşmerge li eniya rojhilat pêşde çûne ku bi alîkariya Hêzên Hevpeymanan, Pêşmergeyan karîne nêzeka kîlometreyekê ber bi pêşde biçin. Kobanê ji DAİŞ’ê tê paqijkirin. Herwiha çekdarên DAİŞ’ê wek caran li Kobanê nemane û niha li rêyekê digerin ku paşde vekişin.’‘

Gerdî behsa rolê hevbeş ê Hêzên Pêşmerge û şervanên YPG’ê jî kir û wiha pêde çû: ‘’Pêşmerge û şervanên YPG’ê bi hev re şer dikin, lê her aliyek karê xwe dike, mînak; Pêşmerge wek hêza piştgiriyê çekên giran bikar tînin û şervan jî bi çekên din.’‘

Zêdeyî du meh dibe çekdarên DAİŞ’ê bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê dorpêşkirine û ji wê demê ve heta niha şer û pevçûn di navbera wan û şervanên Kurd de berdewam e. Çûna Pheşmergeyên Kurdistanê jî bo Kobanê wiha kir ku çekdarên DAİŞ’ê nikaribin pêşbikevin û êrîşên wan jî sînordar bibin.

Derbarê ziyanên şer de jî General Gerdî wiha axifî: ‘’Ligel gehiştina Pêşmergeyan bo Kobanê, ziyana şer bo hêzên Kurdî kêm bûye, lê nîzîka 207 termên çekdarên DAİŞ’ê di jêr xaniyên herifî de mane, zêdeyî 60 term ketine destê me, herwiha gelek çek û teqemeniyên wan jî ketine destê hêzên Kurdî.’‘

Gerdî axaftina xwe wiha qedand: ‘’Pêdiviya Pêşmerge û şervanên Kurd bi tiştekî nîne, em li Kobanê gelekî bihêz in û bi moralekî bilind şer dikin, di warê hêza piştîvaniyê de jî tu pirsgirêk nînin û çekên pêwist di destê me de hene. Herwiha di hemû waran de alîkarî baş in û hevahengiyeke baş jî heye.’‘ BAS