Serrûpel Nûçe Nêçîrvan Barzanî diçe Tirkiyê.

Nêçîrvan Barzanî diçe Tirkiyê.

Belav bike


Parlamenter û Endamê Polîtburoya Cepheya Turkmenî ya Iraqê Aydin Marûf ku ligel şanda Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu bû dema serdana Herêma Kurdistanê kir, ji KDP.info re got: “Di serdana Serokwezîrê Tirkiyê bo Kurdistanê de, biryar hat dayîn ku Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyê bike. Herwiha biryar e di van nêzîkan de serdana Tirkiyê bike.”

Derbarê naveroka serdana Nêçîrvan Barzanî de bo Tirkiyê, Aydin Maruf wiha axifî: “Di serdana Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî de tê çaverêkirin ku çendîn rêkeftinên bazirganî û aborî ye, di navbera Hewlêr û Enqereyê de bên îmzekirin.”

Marûf serdana Davutoglu bo Herêma Kurdistanê bi girîng dide xuyakirin û wiha dibêje: “Di wê serdanê de tekez li ser piştevaniya Tirkiyê bû Herêma Kurdistanê hatkirin. Dema ku Davutoglu serdana Hêzên Pêşmerge kir, piştevaniya xwe dûpat kir û biryar da ku welatê wî Hêzên Pêşmerge perwedeya leşkerî bike.”

Aydin Marûf gotina xwe wiha qedand: “Di demeke nêzîk de, pêwendiyên Tirkiyê û Herêma Kurdistanê pêşveçûnên baştir û girîngtir bibe.”