Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Herêma Kurdistanê hişyarî da dezgahên medyayê û ragehand ku bi tu awayekî çênabe pirsa rizgarkirina keç û jinên Kurd ên Êzdî bibe mijara nûçeyan.
Berdevkê Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Herêma Kurdistanê Ferheng Gomeşînî derbarê mijarê de ji BasNewsê re got: ‘’Wezaretê bi nivîsara hejmar 60 a 19.11.2014 û bi îmzeya Wezîrê Rewşenbîrî, daxwaz ji hemû dezgehên medya kir ku şopandina pirsa rizgarkirina keç û jinên Kurd ên Êzdî nekin nûçe.’‘
Gomeşînî wiha axifî: ‘’Di nivîsarê de tê gotin ku li ser fermana Serokatiya Civata Wezîran biryar hatiye dayîn ku bi tu awayekî çênabe pirsa rizgarkirina wan keç û jinên Kurd ên Êzdî li navçeyên di bin destê DAİŞ’ê de bibe nûçe yan jî nûçe-raportên medyayê.’‘
Gomeşînî tekez kir ku çênabe bi tu awayekî agahî û zanyarî derbarê nav, wêne, navnîşan û cihê mana wan keç û jin, dem, cihê lê girtî û rizgarkirina wan de bên belav kirin û berevajiya vêna binpêkirina biryara wezaretê ye. Herwiha da zanîn ku hişyarî dane hemû dezgahên medyayê û her binpêkirenek jî dê ceza û lêpirsînê bi xwe re tîne. BAS-