Serrûpel Nûçe Heta mirinê dixwazin bi hev re bin

Heta mirinê dixwazin bi hev re bin

Belav bike

Kesên ku wan dibînin, xerîb dimînin.

2 birayên hev in, pir ji hev hez dikin, serê hev dişon, hev paqij dikin, porê hev şeh dikin, bi hev re derdikevin gerê û bi hev re dilîzin.

Qedera wan bi hev ve girêdayî ye.

Dilê wan cuda ye, lê mîdeya wan yek mîde ye.

Bavê wî yê 45 salî Raj Kumar dibêje, zarokên wî li dibistanê gelekî baş in, her wiha li mal jî şer nakin, di navbera wan de pêwendiyeke baş heye, yek ji wan çi bixwaze yê din qebûl dike.