Li gor gotina serokwezîr, Bexda razî bûye ku %17 ji butceya Iraqê ji Herêma Kurdistanê re bişîne û ji aliyê xwe ve jî Herêma Kurdistanê dê rojane 250 hezar bermîl petrol ji bîrên Herêma Kurdistanê û 300 hezar bermîl ji petrola Kerkûkê jî bide Bexdayê.
Her wiha wê Iraq mûçeyên pêşmergeyan jî bide, û ew pere wê ne ji butçeya herêma Kurdistanê bin, ew pere wê ji wezareta bergiriya Iraqê werin.