Mislim her wiha got, ev ne cara yekemîne ku Kurd di sengera şer de hev digirin, berî Kobanî jî, li Rebîe, Şengal û Til Koçer hevkarî di navbera PYD û pêşmergeyan de hebû.
Hevserokê PYD got, çûna pêşmergeyan ji bo Kobanî gaveke gelekî girîng bû û moraleke mezin bû ji bo hemû Kurdan. dema ku Kurd dibînin YPG û pêşmerge bi hev re şer dikin Kurd moralemeke mezin distînin, ev jî di navbera Kurdan de nêzîkbûnekê çêdike.
Salih Mislim di hevpeyvîna xwe de ku roja 29.11.2014 li Hollanda ji aliyê rojnamevan Sasan Derwêş ve, di rojnameya Xebat de ku li Hewlêrê tê weşandin, got, tu programeke DAIŞ ji bo Sûriyê tune ye, niha Efrîn di bin tehdîda Cebhet El Nusra de ye, Cehbet El Nusra Suriyeke demokratîk dixwaze, em jî Suriyeke demokratîk dixwazin, armanca me yek armance, êdî em dikarin bi hev re kar bikin, lê belê ew şerê xwe di Kurdan dide.