Rêdûr Xelîl got, çekdarên DAIŞ ji aliyê Tirkiyê ve êrîşî se rhêzên wan kirin, bi taybetî ji dergehê Mirşid Pinarê li Kobanî.
Xelîl got, piştî ku şervanên YPG hemû çekdarên DAIŞ yên ku ji nava axa Tirkiyê êrîş kiribûn kuştin, şervan derbasî nava axa Tirkiyê bûn, piştre vekişiyan, ji ber ku tu armanceke wan tune di nava wê axê de bimînin.
Berdevkê YPG di hevpeyvîna xwe de ku di rojnameya Yekîtiya Demokratî ya PYD de hate weşandin, got, li Efrînê istîqrar û ewlekarî heye, “Cebhet El Nusra dixwaze tevlîheviyê li Efrînê çêbike, lê belê hêzên me amade ne bergiriyê bikin, em alîkarî û pitgiriya tu hêzeke nakin, li Nubul û Zehra, lê ji me tê xwestin em li her du bajarokan kesên sivîl biparêzin…”