Serrûpel Nûçe Keçeke Kurd bû şêwirmenda Davutoglu

Keçeke Kurd bû şêwirmenda Davutoglu

Belav bike


Li gorî rojnameya fermî ya Tirkiyê, Serokwezîr Davûtoglu valahiya şêwirmendiyê bi du jinên bi navên Selma Ûçûncûoglu û Zerîn Elçî Coşkun tijî kir.

Zerîn Elîçî Coşkun, keça siyasetmedarê wefatkirî yê kurd Şerafedîn Elçî ye ku sala 2012an ji ber nexweşiyê wefat kir.

Zerîn bi rojnamevan Orhan Coşkun re zewiciye û beriya ku bibe şêwirmend, di televîzyoneke tirkî de rêvebera beşa aborî bû.

Şerafedîn Elçî, di dema hikûmeta Bulent Ecevît de wezîr bû. Elçî yekemîn wezîrê kurd bû ku wê demê got: “Li Tirkiyeyê kurd hene, ez jî kurd im”.

Şerafedîn Elçî sala 1977an bû parlamenterê Mêrdînê. Elçî di doza “49an” de hat darizandin û 8 mehan ket girtîgeha Amedê. Piştî kûdetaya 12ê Îlona sala 1980an jî 2 sal û 6 mehan ket hevsê. Di hilbijartinên 12ê Hezîrana 2011an de bi piştgiriya BDPê bû parlamenterê serbixwe yê Amedê.

Elçî, ku navê wî li Balafirgeha Şirnexê hatiye kirin, sala 2012an wefat kir. (Rûdaw/Radîkal)