Serrûpel Nûçe Barzanî bi kuştinê tehdîd dikin

Barzanî bi kuştinê tehdîd dikin

Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de digel televîzyona Al Arabiayê de daxuyaniyên girîng da.

Mesûd Barzanî diyar kir ku niha %90ê Başûrê Kurdistanê di bin kontrola Pêşmerge de û tenê Şingal maye ew. Li ser rizgarkirina Şingalê jî got: “Helbet me plana rizgarkirina Şingalê daniye lê ez nikarim agahiyên zêde li ser wê bidim. Em nahêlin bihustek ji xaka Kurdistanê jî di destê DAIŞê de bimîne.”

Barzanî ku di heman demê de Fermandeyê Giştî yê Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê ye jî, li ser şerê DAIŞê û rola Pêşmerge di wî şerî de jî axivî û wiha got:

“Şerê DAIŞê yekemîn şerê kurd e ku piştî serhildana 1991an çêdibe. Helbet em destpêkê bi temamî hazir nebûn ji ber ku piraniya pêşmergeyên jêhatî û biezmûn ji malnişîn bibûn û ji ber temenê xwe nedikarîbûn tevlî şer bibin. Lê niha nifşa nû ya Pêşmerge erka parastina Kurdisttanê girtiye ser milê xwe.”

Serok Barzanî diyar kir ku lê piştî ku pêşmergeyên berê bi awayekê xwebexş tevlî şer bûn, morala pêşmergeyên ciwan pir bilind bû. Êdî nifşa nû ya Pêşmerge bûne xwedan ezmûneke baş û di piraniya deveran de nîşan dane ku dikarin DAIŞê tine bikin. Barzanî wiha domand:

“Pêşmerge take hêz e ku DAIŞ daye sekinandin û kariye bişkêne. Berovajî, hinek hêzên din bi bihîstina navê DAIŞê yan jî dîtina komek çekdarên DAIŞê çeperên xwe vala dikin!”

Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn ku hikûmeta berê ya Iraqê bi rêkeftin û sozên ku ji bo çekdarkirina Pêşmerge hatibûn dayîn, girêdayî nema her wiha ji welatên cîhanê xwestibû, çekan nefroşin Pêşmerge.

Barzanî ji çawaniya alîkariya welatên rojava bo Pêşmerge gazinde kir û got, ew alîkariyên ku ji Pêşmerge re tên kirin têrê nakin. Çimkî ti hêzek tine ku mîna Pêşmerge bikaribe bi van çekan şer bike, birastî Pêşmerge mucîze dike.

Li ser hêz û şiyana leşkerî ya DAIŞê jî Barzanî got, DAIŞê 1700 otomobîlên zirhî yên artêşa Malikî zeft kiriye û rêjeyek mezin çek û cebilxane ji ber wê jî di destpêka şer de hinek tengasî ji bo Pêşmegre derket.

Li gorî Barzanî, çekdarên DAIŞê di bikaranîna teqemenî û qennasê de jîr in û gellekî jî pişta xwe bi otomobîlên zirhî girêdidin.

Serok Barzanî destnîşan kir ku artêşa Iraqê zêdetir artêşa Malikî bû heta ya Iraqê ji ber wê jî zû ji hev belav bû. Malikî hemû desthilata artêşê xistibû destê xwe.

Barzanî diyar kir ku artêşa Iraqê dilsozê welêt nebû ji ber wê jî bi teqandina topa yekem re Kampa Xezlanê ket û fermandeyên ku ji Bexdayê hatibûn, leşkerên xwe hîştin û reviyan.

Li ser rewşa Kerkûkê jî Barzanî got, Kerkûk ji bo me bajarekî Kurdistanî ye û nasnameya wê jî Kurdistanî ye. Rêkeftinek ji bo çareserkirina arîşeya wî bajarî heye ew jî serjimêrî û referandom e ku xelkê Kerkûkê qedera xwe destnîşan dike.

Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku Pêşmerge Kerkûk parast û wiha got: “Lê eger em niha ji Kerkûkê vekişin dê di nav çend saetan de DAIŞ derbasî nav Kerkûkê bibe.”

Barzanî behsa alîkariya Îran, Tirkiye û hinek welatên erebî jî kir ku di şerê DAIŞê de bi şêwazên cur bi cur alîkariya Herêma Kurdistanê kirine her wiha spasiya Tirkiyê jî kir ku rê da Pêşmerge derbasî Kobanî bibin.

Mesûd Barzanî li ser serxwebûna Kurdistanê jî axivî û got, em tu carî dest ji serxwebûnê bernadin çimkî dewlet mafekî rewa yê gelê kurd e, lê heta ji encama wê piştrast nebin em ti gavekê navêjin.

Barzanî li ser îdiayên terorkirina xwe jî axivî û eşkere kir ku gefa kuştinê lê dixwin û wiha got: “Lê ez qet ji mirinê natirsim. Ez her gav amade me ji bo welatê xwe bimirim. Hemû dujminên gelê kurd dujminên min in, hemû dujminên mirovahiyê dujminên min in.” Rûdaw