Peyamnêrê Rûdawê li Qamişlo ragihand, ku li gorî encamên komîta Lêkolînê her 3ê partiyên ENKSê, El Partî, El Wehde, El Wîfaq, dengê xwe dane kandîdên Tev Demê û ji ENKSê hatine avêtin.
Peyamnêrê Rûdawê li Qamişlo, got civîn bi dawî hat û biryar hate standin ku ew her sê partiyên ku berê endamên ENKSê bûn, li cihê wan 3 endamên din hatine destnîşankirin.
Endametiya nûnerên her sê partiyan di Lêvegera Siyasî de hate betalkirin û Enter Mihemed ji Kobanî ye, Xelîl Husam, ji Qamişlo ye û Fûad Îbrahîm ji Dêrîkê ye û nûnera ciwanan e, ew ji aliyê ENKS ve li şûna wan her sê partiyan bûne endamên Lêvegera Siyasî.