Serrûpel Nûçe Li girtîgeha Rihayê dîsa îsyan derket

Li girtîgeha Rihayê dîsa îsyan derket

Belav bike
Îro danê êvarê, li girtîgeha Rihayê Tîpa E’yê careke din dûman bilind bûn. Li gorî agahiyên destpêkê, li qoxuşa ku zarok lê dimînin îsyan derketiye, zarokan agir bi nivîna xistine.
Walîtiya Rihayê daxuyand ku, wendahiya cana tine û şewat vemirandine.
Li heman girtîgehê, 16ê Hezîrana 2012an de, derengî şevê li qoxuşa mehkumên edlî îsyan derketibû, qoxuş dabûne ber agir û di encama bûyeran de 13 kesa jiyana xwe ji dest dabûn.
Kapasîta girtîgeha Rihayê 275 kesa radike lê hezar û 70 girtî li wê girtîgehê têne girtin. Di mehên havînê de, germahiya hewayê a Rihayê 40- 45 pileye. Îcar du, sê qatî mehkum li qoxuşan tên bi cih kirin. Piştî bûyerê derket holê ku, li qoxuşa berde klîma, rindikî vantîlator dîsa tinene.
Tê ragihandin ku gellek ambulans dikevine girtîgehê. Derdora girtîgehê gel kom bûye û polîs mudaxeleyî gel dike.