Serrûpel Nûçe Barzanî: Em bi we re ne! (VÎDYO)

Barzanî: Em bi we re ne! (VÎDYO)

Belav bike

Bi bihîstina nûçeya êrîşa terorîstan ya li ser kovara Charlie Hebdo ya li nav bajarê Parîsê û can ji destdana hejmarek rojnamevan û hemwelatiyên bêtawan gelek xemgîn bûm. Bi navê xwe û gelê Kurdistanê serxweşiyê li cenabê we û gelê Fransa û kesukarên qurbaniyên vê rûdanê dikin û gelek bi tundî vê kirdara nemirovane û şermezar dikin.

Li wê roja nexweş da gelê Kurdistanê li demek de ku bi awayeke raste rast li gel dirindetirîn cûreya terorê li şer daye, piştevan û hevxemê gelê Fransaye.

Carekî din serxweşiyê li kesukarê qurbaniyên vê rûdana diltezîn dikim û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran dixwazim. Li wê yekê jî bawerim ku li encamê da terorîst têkdişkên û mirovayetî serdikevê.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
07.01.2015

Êrîş çawa û çima çêbû?

Di êrîşeke terorîstî de li hember kovara Charlie Hebdo ya hefteyî de 12 kes li Parîs hatin kuştin.

Polîsên Fransî dibêjin, 3 êrîşvan ketin nav ofîsa kovarê û gulê barandin ser kesên ku li wê derê bûn.

Polîs radigihînin ku ew 3 kes hîn jî nehatine girtin û bizavên dîtina wan berdewam e.

Di êrîşê de, edîtorê kovarê Stéphane Charbonnier û 3 kartonîst û herwiha 2 polîs jî hatin kuştin.

Charlie Hebdo kovareke çepgir e û wek kovareke rexnegir ya pêkanînê tê zanîn û gelek caran li ser mijarên olî û çandî weşanê dike.

Wê kovarê roja Çarşemê karîkatura rêberê Dewleta Îslamî Ebu Bekir Bexdadî weşandibû ku di lînka jêrîn de berdest e.
(VOA)