Bayik di rojnameya Ozgur Polîtîka de ku nêzîkî PKK ye û li Almanya derdikeve wiha nivîsand: Ji xwe li Rojava tim di nava şer de ye. Bila her kes û hemû cîhan bizanibe ku yê li Kobanê êrîş dide kirin Tirkiye ye. Li Kobanê maskeya DAIŞ li rûyê xwe pêça ye. Eger ev maske bê rakirin wê bê dîtin ku yê li Kobanê li dijî kurdan şer dike, dewleta tirk, yanî AKP bi xwe ye. Hîna jî hinan bi helwestek safîtî û nezanî bang li AKP´ê dikin û dibêjin ´desteka xwe ji DAIŞ´ê vekişîne, li dijî wê helwest bigre´.