Serrûpel Nûçe Çend partiyên PDK li bakurê Kurdistanê hene?

Çend partiyên PDK li bakurê Kurdistanê hene?

Belav bike



 

Piştî kuştina serokê wê Faik Bucak, di encama êrîşekê de, ew partî rastî derbeyeke mezin hat, heta niha jî, mirov dikare bêje nehatiye ser hişê xwe.

 

Bi kuştina Bucak re, ew partî, perçe bû, endamên wê yên li pêş jê cuda bûn, nakokî kete navbera wan bi xwe, û kir nekir nikaribû wê potansiyela ku li bakurê Kurdistanê hebû û heye jî, bike tevger û li ser mezin bibe.

 

KDP-T, PDK-Bakur, Platform, PDK-T û gelek sazî û rêxistinên din yên ku ji wê partiyê cuda bûn û her yekî seriyek kişand, bû sedema wê yekê ku ew partî û serkirdeyên wê hev qebûl nekin û nikaribin weke tê xwestin rola xwe bilîzin.

 

      Hemû jî dibêjin em li ser rêbaza parzanî ne, lê yek yê din qebûl nake.

      Hemû jî başûrê Kurdistanê ji xwe re weke lêvegereke siyasî qebûl dikin, lê her yek ji wan xwe partiya rast û xwediyê rêbazê dibîne

      4-5 partiyên hema bêjin bi heman navî li bakurê Kurdistanê hene, lê yek ji wan partiyan jî bi ya din re 2 gavan jî navêje.

      Xelk dipirse, ev nexweşî çi ye û wê kengî dermanek jêre were dîtin.

      Madem hûn li ser heman rêbazê ne, madem berê we hemûyan li başûrê Kurdistanê ye, madem, ji bo çareserkirina biçûktirîn pirsgirêka xwe, hûn berê xwe didin serokê Partî birêz Mesûd Barzanî, wê demê astengên li pêşiya we çi ne ku hûn nikaribin di bin sîwanekê de bimeşin û rêberiya xelkê bakurê Kurdistanê bikin…