Serrûpel Nûçe Nêzîkî 4 mîlyon kes beşdarî Meşa Parîsê bûn

Nêzîkî 4 mîlyon kes beşdarî Meşa Parîsê bûn

Belav bike

Xwepêşandana îro li ser banga serokê Fransa Fransiwa Oland e û bi navê Meşa Yekîtiyê ye.

Di wê xwepêşandanê de ji bilî serokê Fransa, gellek serkirdeyên cîhanî jî beşdar bûn ku di nav wan de şêwirmenda Almanî Angêla Merkel, serokwezîrê Berîtanya David Kamîron, serokwezîrê Îtalya Matio Rênzî û serokwezîrê Spanya Mariyano Raxoy û herwiha serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Davûtoglu jî hebûn.

Di xwepêşandanê de berpirsê fermangeha pêwendiyên derve ya Herêma Kurdistanê Felah Mistefa weke nûnerê Herêma Kurdistanê beşdar bû.