Her wiha YNK soz daye rêjîma Sûriyê ku Kurd li hember wê serî hilnadin û têkçûna rêjîmê naxwazin.
Li gora heman jêderê, YNK li Silêmaniyê bi riya navbênkarekî di navbera PKK û YNK de ku weke nûnerê taybetî yê Celal Talabanî ji bo PKK tê naskirin, hevdîtinek bi berpirsiyarên PKK, KCK û PYD re çêkiriye û ji wan re gotiye ku divê ew bi şêweyekî aştiyane karê xwe bikin û nêzîkî rêjîmê nebin.
Piştre jî YNK destûr ji berpisiyarên Sûriyê standiye û li gora wê destûrê serokê PYD derbasî Sûriyê bû ye û êdî dest bi karekî legal kiriye.
Weke tê zanîn PYD weke partiyeke legal kar dike û rêjîm nêzîkî çalakiyên wê nabe.
Di vê derbarê de YNK tu daxuyanî nedan. Lê belê vê dawiyê berpirsiyarên bilind yên PYD li Silêmaniyê bi polîtbîroya YNK re civiyan û pir bi germî hatine pêşwazîkirin.
Her wiha medyaya ser bi PYD ve jî germ nêzîkî YNK dibe.