Derhênerê belgefîlm Îbrahîm Yildirim da zanîn ku çîroka 85 salan a gelê Kurd bi dengê bilûrê derxistine perdeya sipî û got ku Egîdê Cimo yê di hişê Kurdan de cihê xwe girtiye qezencek mezin a hunerî li Kurdan û Erîvanê hiştiye û ev di dema kişandina belgefîlmê de ferq kirine.
Belgefîlma ‘Welatê me Kurdistane’ ku jiyana Egîdê Cimo ku zarokê malbateke ku ji Qelqeliya Wanê koçî Erîvanê kiriye bû vedibêje di mîhrîcana Êlihê ya Yilmaz Guney de hate nîşandan.
Derhênerê belgefîlm ÎbrahÎm Yildirim ku bi Egîdê Cimo re li Bakurê Kurdistan û Erîvanê geriya û belgefîlm amade kir, diyar kir ku ew ji ber nîşandana eleqeya bo belgefîlm gelek kêfxweşe.
MÎRATEYA JI KARAPETÊ XAÇO Û ARAM TÎGRAN MAYE
Yildirim li ser fikra ku fîlm bikişînin sekinî û got: “Esas ‘Welatê me Kurdistane’ ji alijyê Kurdan ve tê zanîn. Ev berhemeke ku gelek hestan dihundirîne ye. Dema me ev belgefîlm kişand me nedizanî ku ev bergehm aydê wî ye. Ji nava çîrokê çîrok derket. Me gotin qey Egîdê Cimo tenê hosteyê bilûrê ye. Me dizanibû ku bi Karapetê Xaço û Aram Tîgran re xebitiye. Me dizanibû ku 35 salan li Radyoya Erîvanê kompozîtorî kiriye. Yanî me Egîdê Cimo bi hunera wî nas dikir.
Egîdê Cimo hat Amedê em 25 rojan bi hev re man. Çu ku derê min ew şopand. Malbata wî li gundê Çubuklu ya Qelqeliya Wanê bû. Em du rojan li wir man. Piştre em çûn gundê Erîvanê. Ez 17 rojan li wir bi Egîdê Cimo re mam. Min bi arşîvên wî re nêzî 80 qeydî kir.”
Yildirim di berdewamiya axaftina xwe de wiha berdewam kir: “Egîdê Cimo karekterekî ku Erîvanê re bûye yek e. Di nava xebatên min de xebata herî bandor li ser min kir ev belgefîlm bû. Mîrateyeke ku ji axa xwe welatê xwe qut bûye di hundirê xwe de jiyaye. Kesekî bi tecrube bû. Ji ber vê jî ji sînemayê wêdetir, nirxek wisa kişandin bo min gelek xweş bû. Egîdê Cimo tevli galaya belgefîlm a Amedê bibû. Li Wanê jî hat nîşan dan. Niha li Êlihê tê nîşandan.”
Yildirim destnîşan kir ku ji arşîva Egîdê Cimo 5 fîlm dikarin derkevin û got: “Armanca me ev bû ku em jiyana vî şexsiyetî derxînin pêş. “
DÎROKA ZINDÎ YA HUNERA KURDÎ
Yildirim di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Berê pirsgirêka herî mezin ya Kurdan ev bû ku digotin dewletek me tune. Ji ber vê jî kes xwedî lê dernediket. Niha jî civaka me li ziman û çanda xwe xwedî derdikeve. Mînak strana ‘Welatê me Kurdistane’ ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Lê kesî nedizanî bû aydê Egîdê Cimo ye. Egîdê Cimo dîrokek zindiye.” ANF