Di heyama kêmtirî 48 saetan de hêzên Pêşmerge karîn nêzîkî 200 kîlometre ji devera Şingalê ji DAIŞê bistînin lê ev zêdetirî 20 rojan e hîn bajarokê Şingalê nehatiye rizgarkirin û “tenê %20” jê hatiye kontrolkirin.
Yek ji fermandeyên Pêşmerge li Şingalê, ku endamê YNKê ye, bi navê Emîd Şefîq Çavşîn ji Rûdawê re li ser şerê Şingalê axivî û got, destpêkê plana me ya rizgarkirina bajarokê Şingalê tinebû lê şervanên YPGê bilez û bez çûn nav bajêr û plana me xira kirin.
Emîd Şefîq Çavşîn diyar kir ku destpêkê wisa hatibû plankirin ku beşa bakurê çiyayê Şingalê û nahiyeya Sinûnê werin kontrolkirin, paşê dest bi standina bajarokê Şingalê û deverên din bên kirin lê şervanên YPGê ev plan têkdan.
Li gorî wî fermandeyê Pêşmerge, rizgarkirina tevahiya Şingalê dê pir bikşîne û wiha got: “Çimkî beriya ku em Şingalê bistînin divê em duriyana Herdanê, devera Riyazê û hemû herêmên rojavayê Mûsilê bigirin paşê em bikarin Şingalê bigirin.”
Ji aliyekî din, rayedarekî Pêşmerge li ser çiyayê Şingalê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji Rûdawê re got, amerîkî ji ber ku Pêşmerge çûne nav Şingalê, hêrs bûne û wiha axivî: “Ji ber ku ew ne li gorî plana Amerîkayê çûne nav Şingalê.”
Wî fermandeyê Pêşmerge anî ziman ku piştî Pêşmerge çûn nav Şingalê, balafirên şer ên amerîkî êdî kêm li çeperên DAIŞê yên li wê deverê didin.
Lê Fermandeyê eniya Şingalê yê Pêşmerge, Behram Erîf Yasîn ji Rûdawê re got, tiştekî wisa tine em bêplan neçûne nav Şingalê çimkî em li ser fermana Serok Barzanî û Wezareta Pêşmerge wek yekemîn hêz derbasî nav Şingalê bûn û heta niha jî hêzên me şerekî xurt dikin.
Li gorî wî fermandeyî, kêmbûna êrişên asimanî li devera Şingalê nayê wateya ku Amerîka ji Pêşmerge hêrs bûye, tenê ji ber wê ye ku eniya şer berfireh bûye lewma pê re nagihîjin. Rûdaw