Jêderekî haydar ji Rûdawê re got, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gotiye, ew dizane kê DAIŞê li dijî kurdan gij kiriye da ku êrişî Başûrê Kurdistanê bike.
Endamê Serkirdetiya PDKê û Fermandeyê Pêşmerge li eniya Guwêr-Mexmûrê, Elî Husên ji Rûdawê re ew yek piştrast kir û got, rast e Serok Barzanî tiştekî wisa gotiye.
Elî Husên her wiha diyar kir ku Barzanî vê gavê navê wê hêza ku DAIŞ berdaye canê Kurdistanê, eşkere nake û kengê dema wê hat dê vê yekê ragihîne.
Rûdawê her wiha wêne û dîmenên wê topa ku 5 meh berê DAIŞê amade kiribû da bi wê topê li Hewlêrê bide jî kişand. Ew topa DAIŞê ji aliyê balafirên şer ên hêzên hevpeyman ve hatibû bêbandorkirin.