Serrûpel Nûçe FLAŞ: Yekemîn pêşmerge li Kobanî şehîd ket

FLAŞ: Yekemîn pêşmerge li Kobanî şehîd ket

Belav bike

 
Li gorî peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li nêzîkî sînorê Kobanî Imer Kalo, îro demjimêr 4:20 deqe berî êvarê, yekemîn pêşmergeyê Kurdistanê bi navê Zêrevan Ekrem Ebdilcebar Mizûrî yê 24 salî li herêma Kobanî bi guleyekê birîndar bibû, û ew di cih de bo nexweşxaneyê hatibû veguhistin, lê ji ber giraniya birîna wî, ew demjimêr 5:15 deqe êvarê şehîd bibû.
 
Pêşmergeyê şehîd Zêrevan Ekrem Ebdilcebar Mizûrî, di sala 1991ê li qeza Soranê li Başûrê Kurdistanê ji dayik bibû, ew ji bo piştevaniya şervanên kurd di şerê li dijî rêxistina DAIŞê de, di roja 15 vê mehê de tevî yekîneya sêyemîn ya hêzên pêşmergeyên Kurdistanê çûbû bajarê Kobanî, û piştî ku wî 6 roj li nava bajarê Kobanî derbas kiribûn, ew îro wekî yekemîn Pêşmergeyê Kurdistanê li herêma Kobanî şehîd bibû.