Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di daxuyaniyekê de ragihand ku, şervanên Kurd bi piştgiriya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û alîkariya çend grûpên mixalefeta Sûriyê û firokeyên hevpeymananê, karîn bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê bi temamî azad bikin.
Ji roja 15ê Îlona sala 2014an ve, çekdarên rêxitisna Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) hewil didin ku bajarê Kobanê (Yên ku bi navê Eynulislam binav dikin) bigrin, da ku pencereyek ji wan re li ser sînorê Tirkiye jî bê vekirin, lê rêxitsina navborî ji wê demê de rastî şikestinên berdewam tê û niha karîn û şiyanên wê gelekî kêm û lawaz bûne.
Roja 6ê Cotmeha sala 2014an çekdarên DAIŞê ala xwe li nêzîk bajarê Kobanê bilind kiribûn, lê niha şervanên Kurd ala xwe li şûna wê alê bilind kirin.
Tevî ku li hin navçeyên rojhilat û rojhlatê–başûrê Kobanê, hêzên Kurdî kolan bi kolan û mal bi mal ji bombe û mayînên ku DAIŞê li pey xwe hiştine paqij dike, lê niha ew bajaer bi temam ketiye bin kontrola hêzên Kurdî de. BAS