Bi sedan ciwanên me şehîd ketin, mirov nikare weke HAMASa Filistînê û Hizbullaha Libnanê li ser laşên wan tilîliyan bide.
Kevirek li ser kevirî nema, dîwarekî neherifî û maleke wêran nebûyî nema, mirov nikare li ser vê wêranê govenda „serkeftinê“ bigire.
Birînên di singa Kobanî de hatîn vekirin bi sloganên „serkeftinê“ nayên kewandin.
Divê mirov ji bîr neke ku gelek kêmasiyên me bûn mehfûra, ku DAIŞ li sere derbasî Kobanî bibe, lewma divê em rûnin û çend dersan ji xwe re fêr bibin.
• Divê mirov bi meya desthilatdariyê serxweş nekeve.
• Bi berçavkên rejîma berê li meseleyan nenêre û kiriyarên wê dubare neke.
• Bizanibe ku tirsa ji demokrasiyê hevpariya siyasî felç dike (dişehitîne).
(Akif Hasan)