Serrûpel Nûçe Qendîlê nameya Ocalan piştguh kiriye

Qendîlê nameya Ocalan piştguh kiriye

Belav bike


Mesûd Yêgen got ku “Berovajî ku medyaya navdewletî behis kiriye, Tirkiye alîkariya Kobanê û Şingalê kiriye”, derbarê çûna Pêşmergeyan bo Kobanê jî got: “Dema ku Tirkiye rê bi Pêşmergeyan da ku biçine Kobanê, wê demê pirast kir ku baweriya wê bi proseya aştiyê heye.”

Ji aliyê xwe ve Şêwirmendê Serokwezîrê Tirkiye Hatim Eta derbarê heman pirsê de got: “Pêwîstiya me bi çareseriyeke aktîv û praktîkî heye, ji bo pêşvebirina pêngavan di çarçoveya proseya aştiyê de navbera Tirkiye û Kurdan”, tekez jî kir ku “Ocalan hewil daye ku operasyonên leşkerî yên PKKê rabigre.”

Di heman panela MEIR de, Berpirsê Odeya Peywendiyan yê Tevgera Goranê Şoreş Hacî ragihand ku “Em naxwazin ku aliyên din, peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistan û Tikriye têk bidin.”

Derdarê alîkariyên Tirkiye de bo Hêzên Pêşmerge, dema êrîşa DAIŞê bo ser Herêma Kurdistanê Şoreş Hacî got: “Em destxweşiyê li alîkariyên Tirkiye dikin, lê bi beramberkirina ligel welaên din wek Australya û Kanada, pêwîst bû Tirkiye bêhtir bikira ji bo rûbirûbûna DAIŞê.”

Li di heman demê de Şoreş Hacî rexne li siyaseta Enqere beramber Kurdên Bakurê Kurdistanê girt û ragihand ku “Niha sedsala 21em e û binpêkirina mafên nêzîk 20 milyon kes dijî mirovatiyê ye. Peywendiyên bihêz ên vê dawiyê navbera Herêma Kurdistan û Tirkiye de di metirsiyê de ne, ji ber babetên, pirsa Kurd li Tirkiye û şerê DAIŞê.” Bas