Serrûpel Nûçe Karayilan spasiya Pêşmergeyan kir

Karayilan spasiya Pêşmergeyan kir

Belav bike


Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan di peyama xwe de azadkirima Kobanê pîroz kir û bang li tevayî ciwanên Bakurê Kurdistan, Başûrê Kurdistan û Rojhilatê Kurdistanê kir. Karayilan got, “Herin beşdar bibin. Beşdarî vê zafera pîroz bibin. Bila dinya tevahî rabe temaşe berxwedana ciwanên Kurd, keçên Kurd, xortên Kurd bike.” Karayilan diyar kir ku eger bi vî rengî her kes, her Kurdek rola xwe bilîze, bi rastî berxwedana Kobanê wê bi ser bikeve, wê bingeha avakirina Sûriyeya Demokratîk bi xwe re ava bike. Divê tevahiya Kobanê azad bibe û ji bo Sûriyeyeke demokratîk li hemberî çeteyan şer bi pêş bikeve.

Di vî şerî de gelek destanên qehremaniyê çêbûn. Eger îro encameke serketî heye, bi van destanan ev encam pêk hatiye. Kesên ev destan ava kirin, bedena xwe ji bo gel û axa xwe feda kirin û ev roj diyarî gelê Kurd kirin. Tevayî keç û xortên ku bi qehremanî ev destan ava kirin û beşdarî karwanê şehîdên bi rûmet bûn, di şexsê şehîd Gelhat, Diyar, Zozan, Êrîş, Destîna û Arînan de bibîr tînin, li hember bîranîna wan serê xwe ditewînin. Sozên me dane wan em careke din dubare dikin. Em ê bîranîna wan di avakirina têkoşîna azadiya Kurdistanê de bidin jiyandin. Jixwe rêhevalên wan, şopdarên wan, li ser bîranîna wan, bi vî ruhê wan ê hêja û bedew, bi vî ruhê fedayî îro li Kobanê serketin pêk anîn. Bajarê Kobanê azad kirin. Ev raber dike ku ev qehreman kokeke kûr berdane vê axê. Ruhekî mezin temsîl kirine. Em deyndarê wan in. Wan bi ked û qehremaniya xwe ev serketin ava kirin. Helbet şopdarên wan, rêhevalên wan, ev fedayiyên YPG’ê, YPJ’ê jî şopdariya rêhevaltiyê bernedan. Em wan hemûyan pîroz dikin. Bi qehremanî di cengê de şopa rêhevalên xwe meşandin. Ev roj îro kirin heqîqet. Û kesên piştevaniya wan kirin; pêşmerge, bi keda û xebata xwe piştevanî kirin. Dîsa Artêşa Azad bi ked, xebat û beşdarbûna xwe piştevanî kir. Em wan jî pîroz dikin.

Karayilan got: Jina Kurd a Azad di vî şerî de nav û dengê, îradebûna xwe û nav û dengê Kurd û Kurdistanê gihand hemû cîhanê. Em jina Kurd a azad pîroz dikin.

Ji tevayî gelê Kobanê re pîroz be. Ji tevayî gelê Rojavayê Kurdistanê re pîroz be. Li her çar parçeyên Kurdistanê ev serketin pîroz be. Keda her çar parçeyan têde heye. Bi taybet li hember Kobanê berxwedana Pirsûs, hemû kesên beşdarî wê bûn pîroz dikin. Di vê berxwedanê de para hemûyan çêbû û heye.

Şerê li Kobanê bêguman li hember hovîtî û faşîzma çeteyên DAIŞ’ê şerê mirovatiyê ye. Şerê demokrasî û azadiyê ye. Ev serketin serketina mirovatiyê ye. Serketina hemû kesên ku li nirxên mirovatiyê xwedî derdikevin. Û di vê serketinê de rola piştevaniya hêzên hevpeymaniyê yên navneteweyî heye. Ev rol roleke hêja ye. Berxwedana li Kobanê pêk hat, xwedî aliyekî neteweyî û aliyekî navneteweyî ye jî. Û ev hemû hêja ne. Di heman demê de hacetê xwe yê demokrasî û azadiyê heye. Di vê berxwedanê de gelek însanên enternasyonal beşdar bûn û şehîd ketin. Di şexsê Paramaz Kizilbaş û Kader Ortakaya de em wan bibîr tînin.

BÊGUMAN ŞERÊ LI KOBANÊ ŞEREKÎ KOLEKTÎF E

Bêguman şerê li Kobanê şerekî kolektîf e. Bi beşdariya tevahiya Kurdan bû. Bi piştevaniya tevahiya Kurdan bû. Bi piştevaniya hêzên navneteweyî bû. Lê piştevaniya tevgerên çep, sosyalîst, demokratîk xurttir bû. Berxwedana Kobanê wisa bû berxwedaneke mirovatiyê. Li hemberî hovîtiyê berxwedana mirovatiyê li Kobanê bi pêş ket û îro bi ser ket. Ji ber vê, ev berxwedan di şexsê şehîdên qehreman de, li hemû mirovatiyê pîroz be.

Li ser vî esasî banga me ji bo gelê me yê hêja, gelê Kobanê ev e; Vegerin Kobanê ya şîrîn, vegerin axa pîroz. Niha zivistan e. Ne hewceye belkî qelebalixiyên pir mezin, zarok kesên bi temen, bi emir werin. Di destpêkê de yên dikarin kar bikin, dikarin avadaniyê bikin, yên şer bikin, zilam jin ên dikarin beşdar bibin werin vegerin. Werin gundan biparêzin, gundan rizgar bikin, ava bikin. Bi taybet ciwanên Kobanê divê ne li Bakurê Kurdistanê, ne li Başûrê Kurdistanê ti deveran nesekine. Ciwanê ji vir û niha li derve bisekine, diyar e bêxîret e. Bila herin axa xwe, li wir jiyanê ava bikin. Jiyana azad ava bikin. Ji ber ku niha hemle êdî li bejahî destpê kir. Xuya dike ji sê baskan ve hemleyê destpê kiriye. Cephe fireh dibe, pêwîstî pir bi xebatkaran dibe, bi şervanan dibe. Tevahiya ciwanên Kobanê û tevahiya ciwanên Rojavayê Kurdistanê divê herin Kobanê. Divê vê pêngava dawî ya zaferê de cih bigirin.

Careke din banga me ji bo tevahiya ciwanên Bakurê Kurdistan, Başûrê Kurdistan, Rojhilatê Kurdistanê; îro li Kobanê dîrokeke nû tê nivîsandin. Herin beşdar bibin. Beşdarî ew zafera pîroz bibin. Bila dinya tevahî rabe temaşe berxwedana ciwanên Kurd, keçên Kurd, xortên Kurd bike. Eger bi vî rengî her kes, her Kurdek rola xwe bilîze, bi rastî berxwedana Kobanê wê bi ser bikeve, wê bingeha avakirina Sûriyeya Demokratîk bi xwe re ava bike. Divê tevahiya Kobanê azad bibe û ji bo Sûriyeyeke demokratîk li hemberî çeteyan şer bi pêş bikeve.

Berxwedana Kobanê ji vê astê û şûn ve hîn zêdetir wê bi xwe re pêşveçûnan ava bike. Heta niha pir pêşveçûn ava kirin. Helwesta neteweya Kurd pêşkêşî cîhanê tevahî kir. Ji bo têkoşîna azadiya Kurdistan bû eynik. Dengê xwe gihand tevahiya dinyayê. Wê ji vir û wiha jî vê rolê hîn bi xurtahî dikare bilîze. Ji ber ku şerê Kobanê ji bo neteweya Kurd asteke derxiste holê. Çawa ku êdî gelê Kurd li hev xwedî derdikeve, çawa êdî ku di gelê Kurd de netewebûyîn bi pêş ketiye. Berê jî me didît li gelek deverên Kurdistanê komkujî çêdibû. Lê êdî di vê astê de li hev xwedî dernediketin. Ancax li Kobanê û li Şengalê helwesta bi pêş ketiye, asta netewebûna Kurd rave dike. Gelê Kurd weke tê xwestin hem li Şengal hem li Kobanê xwedî derket. Niha vaye bajarê Kobanê rizgar bû, ji bo tevahiya rizgariya wê hemle berdewam e. Pêngava rizgariya Şengalê jî berdewam e.

Divê bi ruhekî neteweyî, yekbûyî hemû deverên Kurdistanê bên rizgarkirin û bên parastin. Wisa hemû destketiyên gelê Kurd di bin parastinê de bin. Di vê der heqê de helwestên bên raberkirin, ji bo dahatûya gelê Kurd pir pir girîng e.

Di heman demê de aliyekî xwe yê demokratîk heye. Berxwedana Kobanê ji bo tevahiya mirovahiyê bi taybetî ji bo tevahiya tevgerên bindest, yên azadîxwaz, demokratîkxwaz bû nimûne. Ruh da. Ruh da her kesî. Raber kir ku însanê bi biryar, bi îradeya xwe û bi çekê sivik dikare li hemberî hêzên herî mezin, gewre û hov şer bike. Ji bo vê heqîqet aşkera kir û îspat kir. Heqîqeta îradeya însan, heqîqeta îradeya jinê îspat kir. Û heqîqeta şoreşa Kurd îspat kir. Ji ber ku em dizanin ku gelek hêzan dixwestin Kobanê bikeve. Lê neket. Li wir îradeya însan, bi taybet di rojên destpêkê de di çi astê de dikare li ber xwe bide raber kir. Kurdistan24