Serrûpel Nûçe Kobanî: Bêhtirî 100 gund rizgar bûn

Kobanî: Bêhtirî 100 gund rizgar bûn

Belav bike

 Herwiha zêdetirî 15 çekdarên DAIŞê ji çeperên şer li Kobanî ber bi Bakurê Kurdistanê ve reviyan.

Peyamnêrê Rûdawê li çeperên şer li Kobanî, Imer Kalo ragihand: “Şer û pevçûn di navbera hêzên kurdî û rêxistina DAIŞê de li derdora bajarê Kobanî berdewam dikin û hejmara gundên ku ji rêxistina DAIŞê hatine rizgarkirin 100 gund derbas kiriye.”

Imer Kalo wiha got: “Hêzên kurdî li rojhilatê Kobanî derdora 20 km pêşve çûne û şervanên YPGê bi piştgiriya topbarana Pêşmerge û bombebarana balafirên hevpeymaniya navdewletî, gihiştine nêzîkî gundê Qeremox.”

Peyamnêrê Rûdawê wiha domand: “Li aliyê başûrê Kobanî jî bi derdora 25 km, hêzên kurdî li derdora gundê Kofî ne û li ser rêya Helebê jî gundê Rovî derbas kirine.”

kalo herwiha got: “Li aliyê rojavayê Kobanê jî hêzên kurdî derdora 20 km pêşve çûne û niha li derdora gundê Qereqo ne.”

Peyamnêrê Rûdawê tekez kir ku, “Duh zêdetirî 15 çekdarên DAIŞê li rojhilatê Kobanî ji ber hêzên kurdî reviyan û derbasî Bakurê Kurdistanê bûn.” (Rûdaw)