Qasim Şeşo di daxuuyaniyekê de ji BasNewsê re ragihand ku, ew dê gelek kêfxweş be egere PKKê gerîleyên xwe ji Başûrê Kurdistanê bekişêne û vekêşana wan bi rêgirek ji derketina şerê birakujî re da zanîn û got: “Em gelek spasiya her serkirdeyekî PKK dikin ku wê hêzên bikşîne, ji ber ku mana wan şerê birakujî dirust dike û em naxwazin ew hêz li vêde be.”
Şeşo ragihand jî ku, ew wek Hêzên Pêşmergeyên Pêşmerge li wêde ne û heta dlopa dawî ji xweîna xwe dê bergiriyê li Şingalê bikin û wiha berdewam kir “Her hêzeke din ji derveyî vê hêzê arîşeyan ji navçeyê re çêdike, lewma man û vekêşana PKK ji vî sînorî girêdayî serkirdayetî û milmilaniya di navbera Cemîl Bayik û Murad Qereylan de ye, tevî ku ew arîşeya wan e lê pêwsîte ji vêde vekêşe.”
Berî çend rojekê Berpirsê Giştî yê Hêzên Parastina Gel (HPG) û Endamê Konseya Rêveber ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Murad Qereylan rexne li medyaya Başûrê Kurdistanê ku “Rastiya rola gerîle di şerê li dijî DAIŞê de” rastî dernexisitye û gefa vekişana gerîle ji Başûrê Kurdistanê xwar.