Di civîna yekem de Ebadî ji Nêçîrvan Barzanî re gotibû ku pereyên Iraqê têra xerciyan nake û di civîna duyem de bûdceya Herêma Kurdistanê tê gotûbêjkirin
Li gorî daxuyaniya hikûmeta Herêma Kurdistanê di civîneke navbera herdu serokwezîran de rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê hatin gotûbêjkirin û nexşeya şandina petrolê ji aliyê şandeya Herêma Kurdistanê hat nîşandan.
Di daxuyaniyê de herwiha hatiye ku herdu aliyan girêdana xwe bi wê rêkeftinê tekez kirin lê hat gotin ku ji ber krîza darayî ku Iraq têde derbas dibe, hikûmeta Iraqê nikare weke pêwîst bûdceya herdu mehên yekem ji sala 2015an ji Herêma Kurdistanê re bişîne.
Nêçîrvan Barzanî jî di bersiva pirseke rojnamevanan de tekez kir ku Bexda bi wê yekê razî bûye ku her sê mehan carekî, qebareya yan jî hecmê petrola Herêma Kurdistanê ku tê şandin, were hesibandin. Rûdaw