Di wê civînê de çend biryar jî hatine standin, yek ji wan biryaran jî, ji nû ve, bi navê Partiya Azadî dest bi karê xwe yê siyasî bikin, û amadekariyê ji bo li darxistina konferans yan jî kongreyekê bikin.
Her wiha bang li kadirên partiyê hate kirin ku di nava 3 mehan de careke din vegerin nava partiyên û xebata xwe yasî siyasî berdewam bikin.
Kesên ku beşdarî civînê bûne, di daxuyaniya xwe de dibêjin, ew ne li dijî tu aliyekî siyasî ne, bi taybet PDK-S.
Di daxuyaniyê de rola serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di piştgiriya rojavayê Kurdistanê de bilind tê nirxandin.