Di sala 1227 de di çemê Firat de dixeqiqe.
Heta niha gora Süleyman Şah û 2 zêrevanên wî, li kêleka Çemê Firat li Qereqozaq hatibûne veşartin, û cihê ku gora wan li wê derê ye.
Roja 20 meha 10an sala 1921 di navbera Tirkiyê û Frensa de peymanek hate îmzekirin, li madeya 9 ji wê peymanê ew ax, weke axa Tirkiyê tê hesibandin.
Tirkiyê îro bi operrasyoneke mezin ku serokwezîrê wî welatî Ahmet Davuoglu bi xwe serpereştiya wê kir, gora Silêman Şah rakirin û birin gundê Aşmê, ku li ser sînorê bakurê Kurdistanê ye.
YPG dibêje, ew ketine pêşiya Artêşa Tirkiyê û ew gihandine ser gora Silêman Şah û her wiha alîkariya artêşa Tirkiyê kirine, ji bo veguhertinê.
Lê Tirkiyê ji aliyê xwe ve ew gotina YPG red kir. Wezîrê derve yê Tirkiyê di civîneke çapemeniyê de got, kesekî alîkariya wan nekiriye.