Serrûpel Nûçe Nêçîrvan Barzanî 500 mîlyon Dolar ji Tirkiyê anî

Nêçîrvan Barzanî 500 mîlyon Dolar ji Tirkiyê anî

Belav bike

Duhî Serokwezîr Barzanî ligel nûnerên kurd di Parlamento û Hikûmeta Iraqê de, civiya.

Serokê Fraksiyona Goran di Parlamentoya Iraqê de Hoşyar Ebdullah ji Rûdawê re ragihand: “Barzanî ji me re got ku serdana wî bo Tirkiyeyê berê kar jê re hatibû kirin.”

Hoşyar Ebdullah wiha domand: “Herwiha Nêçîrvan Barzanî ji me re da zanîn ku, wî di vê serdanê de 500 milyon dolar ji fermanberan re aniye.”

Hefteya borî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel şandekê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Tirkiyeyê kir û ligel serok û serokwezîrê wî welatî civiya.

Tê zanîn ku Herêma Kurdistanê di krîzeke darayî de derbas dibe, ku nêzîkî salekê ye, ku Hikûmeta Iraqê mûçe fermanberan û beşê Herêma Kurdistanê ji budceya Iraqê jê re neşandiye. Rûdaw