Serrûpel Nûçe Xwediyê erdê Silêman Şah eşkere bû

Xwediyê erdê Silêman Şah eşkere bû

Belav bike


Gundiyê gundê Aşmê,  Bozan Osman yê 44 salî, ku ew jî weke xelkê Kobanî neçar ma ji ber êrîşên DAIŞ bireve û berê xwe bide bakurê Kurdistanê, li gundê Aşmê ya jêrin, li ser sînorê gundê xwe bi cih bû.

Bozan Osman, tevî 8 zarok, dayîk û her du birayên xwe koçber bûbû.

Berî mehekê, mixtarê gundê Aşmê li bakurê Kurdistanê tevî fermandarekî artêşa Tirkiyê, çûne ew dîtine û pirsa zeviyê wî kirine, lê piştre kesek neçûye û destûra kolandina erdê wî jê nestandiye.

Ew dibêje, tu niyeta wî tune ye ku erdê xwe bifroşe Tirkiyê û ew Tirkiyê jî weke dagîrker nabîne, ji ber ku Tirkiyê neçar ma gora Silêman Şah biguhere.

Bozan Osman dibêje, ew bawer dike ku wê Tirkiyê heqê wî bide, ew li bendê ye ku serokomarê Tirkiyê pê bihese û heqê wî çi be, bide.

Her wiha dibêje, ku pêwîstiya wî bi peran heye, ji ber ku ew neçare biçe erdekî din bikire, ew dixwaze li ser erdê bav û bapîrên xwe bijî.

Bozan Osman, dibêje, eger Tirkiyê mafê wî nede ewê serî li dadgeha navnetewî ya mafên mirovan bide.