Serrûpel Nûçe Nehêniyên serok Mesûd Barzanî

Nehêniyên serok Mesûd Barzanî

Belav bike
Di dema êrîşên DAIŞ de li ser herêma Kurdistanê û xetera nêzîkbûna DAIŞê, Mesûd Barzanî bi xwe rabû û çû sengerên şer û bi xwe serpereştiya şerê li dijî DAIŞ kir.
Di 4 rojên destpêkê de ji êrîşên DAIŞ, Mesûd Barzanî bi şev û roj raneza, ew ligel serokê Emerîka û rayedarên Emerîkî di pêwendiyê de bû ji ku êrîşên DAIŞ rawestînin, her wiha di wan rojan Mesûd Barzanî xwarin jî nedixwar û kesên ku bi wî re kar dikirin, weke serokê dîwana serokatiyê Dr. Fuad Hisên li ser tendurustiya wî ditirsiyan.
Dema ku DAIŞ êrîşî Kobanî kir, Barzanî dîsa bi Emerîka re kete pêwendiyê û dirêjiya 2 rojan raneza, ji bo ku baweriya Emerîka bi wê yekê bîne ku li Kobanî êrîşî DAIŞ bike.
Li Mihwerê şer li Zummar, Barzanî bi xwe li wê derê jî serpereştiya şerê DAIŞ dikir, şevekê li Duhokê, baraneke xurt dibariya, bi şev derdora saet 02.00 berê xwe da Zummar, ji bo ku biçe nava pêşmergeyan û rewşa wan kontrol bike, ew heta serê sibehê bi pêşmergeyan re ma. Wê demê hinek fermandarên pêşmerge ji wî xwestin ku vegere Duhokê, lê serok Barzanî qebûl nekir, ji wan re got, ezê çawa biçim hûn jî li vê derê vê sermayê di bin baranê de bin.
Li cebheyên şer, Barzanî di çadiran de dima. (Peyamnêrê Rûdaw Hêvîdar Ehmed)