Serrûpel Nûçe Serok Barzanî sersaxî ji bo Yaşar Kemal xwest

Serok Barzanî sersaxî ji bo Yaşar Kemal xwest

Belav bike
Helwesta mirovdostane û nivîs û romanên Yaşar Kemal ku derxistina rastiya civakî û siyasî û kêşe û giriftan û mezlûmiyeta mirovê Kurd bûn, wekî gencîneyekî bihadar herdem bi zindî dimînin.

Peyam û helwestên vî zilamê mezin dijî asîmîlasyon û çewsandina gelan û rengdaneweya giyanê aştîxwazî û pêkvejiyana gelê Kurd bûn. Ji destdana Yaşar Kemal ziyanekî mezine ji bo gelê Kurdistanê. Bi vê helkeft û boneya xemgîn serxweşiyê li gelê Kurdistanê û navendên çandî û edebdostan dikim û ruhê xwedê jê razî jî bi bihûşta fireh şad bibe.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
01.03.2015