Serrûpel Nûçe “YPG hîn jî zarokan çekdar dike“

“YPG hîn jî zarokan çekdar dike“

Belav bike

Raporta ku ji 64 rûpelan pêk tê, behsa şerê li Kobanî jî dike û dibêje di encama propagandaya YPG de, gelek zarok tevlê hêzên wê bûne û gelke ji wan zarokan hatine kuştin û birîdar bûne.

Li gora raportê DAIŞê, bi hiceta ku endamên YPG ne gelek ciwan girtine hinek ji wan jî kuştine.

Her wiha li ser rewşa Sûriyê û zarokên Sûrî jî dibêje, 5 hezar dibistan hatine wêrankirin û 160 zarok hatine kuştin û hikûmeta Sûriyê gelek dibistan kirine bagehên eskerî

Komîteya navneteweyî ya serbixwe ya ser bi Netewên Yekgrtî ve di derbarê Suriyê raporeke nû belav kir, têde bi berfrehî behsa binpêkariyên li wî welatî dke û giraniyê dide YPG.

Komîteya navborî ya serbixwe ku ji aliyê encumena mafê mirovan ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve derbarê suriyê de hatibû pêkanîn eşkere dike, ku hîn YPG zarokan çekdar dike û ji bo şer wan bikar tîne û bi gotina wê komîteyê, ev li dijî yasayên navneteweyî ne.

Ew raport ku ji 64 rûpelan pêk tê dide xuyakirin, ku bi hceta şerê li dijî Da’şê, YPG zarokên temenê wan di bin 18 salî re ye tevlî refên xwe dike û ji bo şer wan  bikar tîne û li gor raporê, YPG li dijî peymanan kar kiriye, ku soz dabû saziyên navnetwî zarok çekdaran neke, lê bi dokomênt xuya dibe, heta niha jî zarok tevlî şer dike û perwerdeya leşkerî dide wan.

Raport herweha diyar dike, ku di propaganda û ajîtasiyona YPG de li hember êrîşên Da’şê li ser bajarê Kobanê yê rojavayê kurdistanê YPG “gelek zarok tevlî rêzên YPG bûn û şer kirin ku hinek ji wan di şer de hatine kuşitin û birîndar kirin.”

Berî demekê li bajarê Qamişlo yê rojavayê Kurdistanê YPG ligel banga Cinêvê peymanek îmze kiribû û li gor wê peymaninameyê, YPG soz dabû ku zarokan fêrî perwerdeya leşkerî neke û ji bo şer wan bikar neyine, wê demê nûnerê wê sazîyê.

Pişitî belav bûna rapora komîteya navineteweyî ya serbixwe, berprsiyarekî banga Cinêvê eşkere kiribû, ku heger diyardeya çekdarkirina zarokan li rojavayê kurdistanê berdewam be, dibe ku doseya hinek fermandarên YPG i9 bo dadgeha laha ya navineteweyî bê şandin.