Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê yê ragihandinê Elî El Musawî got ku “Di vê mehê de Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî ji Obama re nameyek ji Serokdewletê Emerîka re şandiye û tê de jê xwestiye ku şirketa Exxon Mobil peymanên xwe yên ligel Herêma Kurdistanê hilweşîne û kar û xebatê xwe yê petrolê rawestîne, ji ber ku dê bibe egera bê aramiyê li ser rewşa Îraqê.” Elî Musawî her weha got ku “liser ku şirketê dabû diyarkirin wan karê xwe rawestandiye, lê agahî ji me re tên ku şirket kar û xebata xwe berdewam dike.” Hêjayî gotinê ye, çendîn cara berpirsên Bexda ragihandibûn ku şirketa Exxon Mobil dawî li karê xwe anî ye, lê berpirsên Herêma Kurdistanê ev yek bi nerast navkirin û gotin ku şirket li ser karê xwe ye.
Avestakurd