Serrûpel Nûçe Esed gotina Kerry vala dît

Esed gotina Kerry vala dît

Belav bike

Li gor ajansa fermî ya Sûriyê Sana, Esed gotiye ji destpêka kîrza Sûriyê û heta niha, ne ji nêzîk ve ne jî ji dûr ve wan tu girîngî nedane wan gotine, wan tenê li gelê Sûriyê guhdarî kirine, û her gotine ku li derveyî Sûriyê hatibe gotin, ji bo wan bêwate û vala bûne.

Ajansa Sana diyar dike ku Esed, gotiye ji xeynî parastina Sûriyê, tu riyeke din li pêşiya wan tune ye û ji roja destpêkê de wan welatê xwe parastine.

Esed ji wan welatan xwest ku piştgiriya opozîsyonê dikin, alîkariya siyasî, madî û çekan û rawestînin, wê demê ewê bikaribin wan daxuyaniyên weke yên Kerry cidi bigirin.