Serrûpel Nûçe Ocalan pesna rola Nêçîrvan Barzanî dide (FOTO)

Ocalan pesna rola Nêçîrvan Barzanî dide (FOTO)

Belav bike

 
Di hevdîtinê de Leyla Zana û Onder behsa serdana xwe ya ji bo serokê PKK Abdullah Ocalan kirin. Her wiha silavên Ocalan ji bo serokwezîr Barzanî anîn û gotin, serokê PKK Ocalan agahdarî hemû pêşketinên siyasî û rola erênî ya Nêçîrvan Barzanî û piştgiriya wî di proseya aştî û çareseriyê de li bakurê Kurdistanê.

Di wê hevdîtinê de herdu aliyan pêşhat û pêngavên dawî yên pêvajoya aştî û çareseriyê nirxandin, herwiha tekez li ser pêbendiya bi pêvajoya navborî kirin. Hêvî jî xwestin ku pêngavên ber bi aştî û çareseriyê ve ji hemû aliyekî ve berdewam bin û rê neyê dayîn ku nakokiyên biçûk bandorê li birêveçûna pêvajoyê bikin.

ji aliyê xwe ve, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî tekez li ser hemû piştgirî û alîkariyekê ji bo pêvajoya aştî û çareseriyê kir û got: “Wek çawa ji destpêkê ve herdem me piştgirî û alîkariya wê pêvajoyê kiriye, bi heman awayî em dê berdewam bin û ji bo vê yekê jî her erkek bikeve ser milê me, emê cîbicî bînin.”

Herwiha behsa pêşhatên dawî di şerê li dijî terorê de û girêdana Kongreyê Neteweyî yê Kurd û girîngiya yekrêziya aliyên Kurdistanî kirin.

Nêçîrvan Barzanî spasiya hemû hêz û aliyan ku rûbirûyê terorê bûne kir.