Di daxuyaniyekê de, PAK dibêje ew dengê xwe nade partiyên komara Tirkiyê.
Ev biryara PAK di civîna Meclîsa wê partiyê de roja 29 Adarê hatiye standin.
Di daxuyaniya xwe de PAK rexneyan li HDP jî digire û dibêje ““PAK piştgiriya wan partî û namzedên ku bi awayekî eşkere di bernameyên xwe de kurdan wek millet û Kurdistanê wek welat nebînin, hebûn û mafê statûya wan qebûl nekin, cih nedin maf û azadiyên demokratîk û neteweyî yên kurdan, nake.”
3 partiyên Kurd di hilbijartinên 7 hezîranê de beşdar dibin: HDP, Huda-Par, HAK-PAR.