Serrûpel Nûçe Behsa reva xwe ya ji Sûriyê dike (foto)

Behsa reva xwe ya ji Sûriyê dike (foto)

Belav bike

Hisên Azam dibêje ew deydarê Barzanî ye, piştî ku ew li gelek welatan geriyan, li dawiyê ew di dawiya sala 1986 de çû Kurdistana Îraqê, wî alîkarî ji serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî xwest, Barzanî jî deriyê xwe jêre vekir û rêza wî girt, ew parast…
Azad dibêje, 7 sal bûn ku wî malbata xwe û zarokên xwe nedîtibûn, rêjîmê li wan qedexe kiribû ku ew derkevin derve, ew ji ber rêjîmê mehkûm bûbû, Barzanî alîkariya wî kir û riya vegerê jêre vekir, ew parast.

Cîgirê serokê Kantona Cizîrê dibêje, Barzaniyê şoreşger şikeft bi şikeft û çiya bi çiya digeriya, li ser şopa bavê xwe Barzaniyê nemir, wî şoreşa gelê xwe birêve dibir, û serkêşiya piraniya opozîsyona Îraqê dikir, piraniya opozyona Îraqê wê demê li Kurdistanê bû û di bin siya Bazanî de bû.

Berdewam dike û dibêje: Îro jî rola Mesûd Barzanî bi balanckirina hundir û derve de gelekî bilind e, bi bandor e… Silav û rêzên min ji wî û gelê wî re, serkeftin û geşepêdan….