Serrûpel Nûçe Papayê Vatîkan tê Kurdistanê

Papayê Vatîkan tê Kurdistanê

Belav bike


Di dema serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Vatîkan, Papayê Vatîkanê Pope Francis soz dabû ku ew dê serdana Kurdistanê bike.


Nûnerê Taybet ê Papayê Vatîkanê Fernando Filoni duh, 31ê Adarê, gehişte Herêma Kurdistanê û ji aliyê Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê Kemal Muslim û Rêveberê Giştî yê Karûbarên Xirîstiyan li wezaretê Xaklid Albêrt Îssa ve hat pêşwazîkirin.


Di konferensekî rojnamevanî de, Kemal Muslim ragihand ku, hatina Nûnerê Papa ji bo serdana derbider û da ji nêzîk ve agehdarî rewşa wan bibe û li daxwaz û kêmasiyên wan guhdar bibe.


Ji aliyê xwe ve, Merîwan Neqşbendî, berdevkê berê yê wezaretê, ji BasNewsê re ragihand ku, di serdana Barzanî bo Vatîkanê de, Pope Francis soz dabû ku ew dê serdana Herêma Kurdistanê bike. Bas


Derbarê dema wê serdanê de Neqşbendî got: “Heta niha nediyare bê kengî dê ew serdan pêk were.”


Roja 30ê Gulana sala borî, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Vatîkanê kiribû û ligel Pope Francis civiya bû.