Partiyên siayasî dê 7 Nîsanê, ji bo hilbijartinên 7ê Hezîranê lîsteya namzedên xwe radestî Desteya Hilbijartinan a Bilind (YSK) bikin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Enqereyê ji bo diyarkirina namzedan dixebite.
Hezar û 501 kesan ji bo namzediyê serlêdana HDPê kirine. Partî dê 6ê Nîsanê li Enqereyê bi daxuyaniyeke namzedên xwe ji raya giştî re eşkere bike.
Abdullah Ocalan jî bi rêya şanda Îmraliyê çend nav ji bo namzediyê pêşniyariya HDPê kir.
Li gorî agahiyên Rûdawê Ocalan xwestiyê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatip Dîcle ji bajarê Amedê bibe namzed.
Ocalan di hevdîtina 5ê Adarê de ji Leyla Zana xwestiye ku ew jî li Amedê bibe namzed. Tê zanên Zana jî ne dixwest bibe parlamenter lê piştî daxwaza Ocalan bû endama HDPê û ji bo berendamiyê serlêdana HDPê kir. Leyla Zana dê ji Amedê bibe namzed.
Ocalan xwestiye ku endama Parlamentoya Ewropa ya berê Feleknaz Uca jî bibe namzed. Weke tê zanîn Uca êzîdiyê û li Batmanê ji bo berendamiyê serlêdana HDPê kiribû.
Herwiha Ocalan navê Parlamenterê HDPê yê Stenbolê û endamê şanda Îmraliyê Sirri Sureya Onder jî pêşniyar kiriye.
Hat zanîn Ocalan navê Prof. Dr. Kadrî Yildirim û Prof. Dr. Mithat Sancar bi rêya şanda Îmraliyê pêşniyarê daye.
Prof. Dr. Kadrî Yildirim û Prof. Dr. Mithat Sancar jî ji bo namzediya Mêrdînê serlêdana HDPê kiribûn.
HDPê dê piştî 7ê Nîsanê bi dirûşma “Jiyana Nû” dest bi mitîngên hilbijartinê bike. Rûdaw