Di hevpeyvînekê de ligel BasNewsê, ku roja 23ê Sibata 2015an hatibû encamdan, Heyder Şeşo ku niha bi tohmeta “drustkirina hêzeke neyasayî” bi navê (Heşda Şeibî) li Şingalê, ji aliyê asayişê ve hatiye binçavkirin, dibêje ku Bexda itîraf bi çekdarên wî kiriye û ew pereyan ji “Desteya Hêzên Heşda Şeibî” werdigire.
Roja 5ê Nîsanê, Asayişa Sêmêlê ya ser bi parêzgeha Dihokê ve, Heyder Şeşo girt, Serokatiya Herêma Kurdistanê jî di daxuyaniyekê de roja, 6ê Nîsanê, ragihandibû ku Şeşo û taxmê ligel ji aliyê asayişê ve hatiy girtin ji ber ku biniyaz bûn “hêzekê li derveyî hemû çarçoveyên yasayî û Wezareta Pêşmerge damezrênin.”
Ji aliyê xwe ve, Heyder Şeşo di hevpeyvînê de ragihandibû ku “yekîneyên parastina Şingalê, hêzeke rewa ye û ji aliyê hikûmeta Iraqê ve itîraf pê hatiye kirin, herwiha mûçeya xwe jî ji Bexdayê werdigrin.”
Şeşo wê demê diyar kiribû ku, hejmara çekdarên di bin destê wî de hezar kesî ye, her çekdarek jî mehane 500 hezar dînar (400 dolar) werdigre.
Navborî amadebûna xwe ji bo tevlîbûna Wezareta Pêşmerge anîbû zimanê lê bi mercekî ku her bi navê “yekîneyên parastina Şingalê” bimînin.
Heyder Şeşo Endamê Komîteya Navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ye. Roja 16 Sibata 2015an jî, çavkaniyeke aghadar li Şingalê ji BasNewsê re gotibû ku, YNK û Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ku baskê leşkerî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ye piştgirî dabûn hewlên avakirina hêzekê li derveyî Wezareta Pêşemrge li Şingalê.
Çavkaniya BasNewsê aşkere kiribû jî ku “Hery ek ji Heyder Şeşo û Kameran Cindo, serdana Bexdayê kirine û li wir razîbûna li ser avakirina Lîwayeke Heşda Şeibî ji Kurdên Êzdî wergirtine.” û cîgirê Serokmarê Iraqê Nûrî Malikî (ku fermanderê çekdarên Heşda Şeibî ya Şîe li Iraqê ye) piştgiriya avakirina wê hêzê kiribû û wiha berdewwam kiribû: “Heta niha nêzîkî hezar form bo beşdarîkirin di wê hêzê de hatine dagirtin.”
Wê demê Serokatiya Herêma Kurdistanê her yek ji Heyder Şeşo û Kameran Cindo aghedar kiribûn ku, Herêma Kurdistanê rê nade tu kes û aliyekî ku hêzekê li derveyî Wezareta Pêşmerge pêkbîne, ji bo wê mebestê jî 2 me (wate heta Nîsanê) dabû her du kesan, lê Şeşo û Cindo pêbendî wê agehdriyê nebibûn, lewma Şeşo destpêka vê mehê hatibû girtin.
Şeşo di hevpeyvîna xwe de diyar kiribû ku, ew dê kongereyekî ji bo damezrandina yekîneyên parastina Şingalê girêdin, herwiha dê biryar li ser “damezrandina encûmena leşkerî bidin., ji bo rêvrbirina karê yekîneyan.”
Derbarê alîkariya darayî ya ku ji Bexdayê werdigre, Şeşo wiha gotibû: “Muçeya meha Kanûna 2014an û Çileya 2015an bi ser hezar çekdarê êzdî hatibû parvekirin, ew jî bi fermana min bû ku ji aliyê çend grûpekî ve were parvekirin, ew pereyên ku hatine parvekirin jî nêzîk 415 hezar dolarê amerîkî bû, herwiha çend otombîlek û pêwîstiyên din ên leşkerî me bi 100 milyon dînarê iraqî kirin.”
Şeşo nêhtir behsa hûrgiliyên wan pereyan dike û dibêje jî: “Mûçeya meha yek a sala 2015an nêzîk 785 milyon dînarê iraqî bû, her şervanek 500 hezar dînar werdigire, pereyên mayîn jî wek budce ji bo rewşên taybet bû.”