Serrûpel Nûçe Ergoşî: Serdana Serokwezîr malbatî bû

Ergoşî: Serdana Serokwezîr malbatî bû

Belav bike

Serokezîr Nêçîrvan Barzanî îro danê êvarê çû bajarê Necefê yê Iraqê û tevlî şîna siyasetmedarê şîe yê iraqî Mihemed Behr el Ulûm bû.

Sekreterê Rojnamevanî yê Nêçîrvan Barzanî, Samî Ergoşî jî ji Rûdawê re got, Serokezîr Barzanî îro bi hevjîna xwe Nebîle xanimê re çûn şîna Mihemed Behr el Ulûm ji ber ku pêwendiya wan bi hev re pir kevin û malbatî ye.

Ergoşî diyar kir ku ji ber wê jî serdana îro fermî nebû malbatî bû.

Yek ji mezinên şîeyên Iraqê Mihemed Behr el Ulûm roja 7ê Nîsana îsal û di temenê 88 salî de li bajarê Necefê jiyana xwe ji dest dabû.

Şandeke Herêma Kurdisanê jî bi serokatiya Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl çûbû şîna wî. Rûdaw