Serrûpel Nûçe Ozgurel: Min Karayilan samîmî dît

Ozgurel: Min Karayilan samîmî dît

Belav bike

Di çapemeniya Tirkiyê de, hevpeyvîna rojnamevanê Radîkalê Avnî Ozgurel gellekî cih girtibû. Li ser raya giştî têgeheke, “Karayilan şernexwaze, dil dike ku çekan berdin.” hatibû afirandin. Dûra êrîşa Oremarê hat. Artêşa Tirkiyê zêde wendahî dan û ev jî bû sedema ku awir vegerine ser Murat Karayilan. Herkesî gorî xwe nirxand. Yên gotin, bi vê êrîşê, PKKê Karayilan xwest derve bihêle jî hebûn, yên gotin Karayilan nikare rêxistinê kontrol bike jî.
Hefta çûyî, rojnamevan Avnî Ozgurel, bi Serokê Konseya Rêvebir a KCKê Murat Karayilan re hevdîtin kiribû û di derbarê vê hevdîtinê de, di her mijarê de gotin kiribûn. Ozgurel, piştî bûyera Oremarê, careke din rewş nirxan û diyar kir ku, ew Karayilan samîmî dibîne. Dibêja, heta ku têkilîya Qendîl û Ocalan qut be, dîrek di jor de kontrolkirina PKKê zor e. Ozgurel dibêje, “dema min ji karayilan re got, şer kirin ji aşîtiyê zortir e, bi dil û can ez pejirandim. Min ew samîmiyeta di bîhngirtina wî de hîs kir.”