Serrûpel Nûçe Sedema vegera pêşmergan ji Kobanî eşkere bû

Sedema vegera pêşmergan ji Kobanî eşkere bû

Belav bike

Hêzên Pêşmerge ku bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û biryara Parlamentoya Kurdistanê ji bo alîkariya şervanên YPGê di şerê DAIŞê de çûbûn Kobanî, piştî 7 mehan vegeriyan Başûrê Kurdistanê.

Fermandeyê yekemîn yekîneya Pêşmerge li Kobanî lîwa Qehar Doskî li ser çawanî û sedema vegeriyana Pêşmerge ji Rûdawê re got, Pêşmerge bi niyaz nebû vegere lê ji ber ku çek û cebilxane nemabû û Tirkiyê jî nedihîşt çek û teqemenî derbasî Kobanî bibin, Pêşmerge neçar ma vegere.

Qehar Doskî da zanîn ku destpêkê aliyên kurd, Tirkiye û Amerîka li ser wê yekê li hev kiribûn ku Pêşmerge tenê ji bo rizgarkirina bajarê Kobanî derbas bibe û piştî ku bajar rizgar bû dîsa vegere û wiha axivî: “Lê paşê Serok Barzanî got, divê Pêşmerge di rizgarkirina hemû gund û deverên Kobanî de alîkariya hêzên Rojava bike paşê vegere.”

Lîwa Doskî anî ziman ku dema Tirkiyê zanî bajarê Kobanî hatiye rizgarkirin, êdî nehîşt çek û teqemenî derbasî Kobanî bibin, Barzanî gellekî hewl da Tirkiyê razî bike lê Tirkiyê razî nebû. Ji ber wê jî dema çek û teqemenî xilas bûn Pêşmerge jî vegeriya.

Dema yekemîn yekîneya Pêşmerge ku ji 150 kesî pêk dihat, derbasî Kobanî bû tenê %20ê bajêr di destê şervanên YPGê de mabû lê Pêşmerge karî balansa şer bide guhertin.

Çar yekemîneyên Pêşmerge di heyama 7 mehan de li Kobanî şer kirin. Herî dawî roja 29ê Nîsana îsal Pêşmerge bi yekcarî vegeriya Başûrê Kurdistanê.

Li gorî agahiyên wî fermandeyê Pêşmerge, hêzên Pêşmerge li Kobanî 130 ton çek û teqemenî bikar anîn.

Lîwa Qehar Doskî destnîşan kir ku ew çekên giran ên ku Pêşmerge bi xwe re biribûn Kobanî hemû dîsa vegerandin Başûr û got, niha ti rêyek tine ji bo ku çek ji YPGê re bê şandin tenê rêkên qaçax hene.

Hêzên Pêşmerge piştî ku alîkariya rizgarkirina Kobanî kirin di standina 300 gundên Kobanî de jî alîkarî dan YPGê, niha tenê 15 gundên wê herêma Rojava di destê DAIŞê de mane.

Fermandeyê sêyemîn yekîneya Pêşmerge li Kobanî, Muslih Zêbarî jî behsa xerc û ew pereyê ku Pêşmerge li Kobanî xerc kiriye, kir û got, bi giştî li Kobanî 350 hezar dolar ji Pêşmerge re hat xerckirin her wiha her pêşmergeyekî jî milyonek û 500 hezar dînar stand.

Wan fermandeyên Pêşmerge behsa alîkariyên Tirkiyê bo Pêşmerge jî kirin û gotin, Tirkiyê 4 kamyon teqemenî ji Pêşmerge re şand her wiha rojane xwarin û vexwarin dida hêzên Pêşmerge.

Li gorî wan fermandeyan, Tirkiyê di heyama ku Pêşmerge li Kobanî bû, 630 hezar dolar ji wan re xerc kir.