Serrûpel Nûçe 13.100 karmendên xwe ji kar derxîne

13.100 karmendên xwe ji kar derxîne

Belav bike

Tê gotin ku wê Sîemens li temamiya dinyayê 13 hezar û 100 karmendên xwe ji kar derxîne ku 5 hezar û 100ê wan li Elmanya bê kar dimînin.
Serokê desteya birêveber ya Sîemensê Joe Kayser, ev biryar ji raya giştî û rojnamevanan re eşkere kir û tê gotin ku wê rikebera kompaniya sîemens General Elektrik ya Emerîkî sûdê ji vê biryarê wergire û bi hêz bibe.
Sîemens dixwaze bi kêmkirina karmendan milyarek yûro bidest xwe ve bîne û berê xwe bide çêkirina amûrên tibbî û sîstemên dîjîtal yên ragihandinê.
Kompaniya Siemens li temamiya dinyayê 342 hezar kesan dide xebitandin.