Serrûpel Nûçe Asayîşa PYD peyamnêrên Rûdawê girtin

Asayîşa PYD peyamnêrên Rûdawê girtin

Belav bike

Peyamnêrê Rûdawê li Girkê Legê, Azad Cimakrî û wênegirê di dema rûmalkirina xwepêşandaneke taybet bi şermezarkirina kuştina keça kurd ya bi navê Ferînaz Xusrewanî li Mehabada Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hêzên asayişa Girkê Legê ve hatin binçavkirin.

Ew xwepêşandan îro derdora saet 11:00 berî nîvro li bajarokê Girkê Legê ji aliyê Yekîtiya Jinên Kurd li Sûriyê ve hate lidarxistin.

Yek ji beşdarên xwepêşandana li Girkê Legê ji Rûdawê re ragihand ku hêzên asayişê bi zorê xwepêşander ji hev belav kirin û bi zorê peyamnêr û wênegirê Rûdawê herwiha çend jinên ku di xwepêşandanê de beşdar bûn, girtin.

Bi gotina wî şahidê bûyerê, hêzên asayişê bi awayekî ne şaristanî tîma Rûdawê binçavkirin û kamîreya Rûdawê jî şikandin.

Ev ne cara yekem e ku ji aliyê asayişa kantonên Rojavayê Kurdistanê û PYDê ve rê li ber karê Rûdawê tê girtin û rojnamevanên Rûdawê digirin ku ev yek jî bi temamî li dijî azadiya karê rojnamevaniyê ye.