Serrûpel Nûçe Jineke pêşmerge li Festîvala Cannesê ye (Vîdyo)

Jineke pêşmerge li Festîvala Cannesê ye (Vîdyo)

Belav bike

 

Fîlma kurdî ya “Şevek Dirêj” ku ji aliyê derhênerê kurd Kamiran Betasî ve hatiye nivîsandin û çêkirin, dê di festîvala îsal a Cannnesê ya Fransayê de were nîşandan.

 

Derhênerê fîlmê Kamiran Betasî li ser vê yekê ji Rûdawê re got, ez pir kêfxweş im ku ev fîlm dê di wê festîvala mezin de were nîşandan. Di dinyayê de gellek fîlm bo wê festîvalê tên şandin lê şansê hemiyan ê nîşandanê tine.

 

Betasî her wiha diyar kir ku fîlma “Şevek Dirêj” berhema hevbeş a Herêma Kurdistanê û Îmaratê ye û Rûgeş û Ravo jî tê de rolên serekî dilîzin.

 

Li ser çîroka fîlmê jî Kamiran Betasî got, di fîlmê de ku 14 xulek e, behsa jiyana jineke pêşmerge tê kirin ku sala 1977ê penaberî Îranê bûye, her wiha behsa êş û jiyana wan jinan tê kirin ku mêrên wan çûne şer ew jî zarokan xwedî dikin.

68emîn Festîvala Navdewletî ya Cannesê dê 13ê Gulana îsal dest pê bike û 24ê Gulanê jî xilas bibe.