Serrûpel Nûçe “YPG keça me ya 14 salî revand“

“YPG keça me ya 14 salî revand“

Belav bike

Yek ji wê malbatê bi navê Kadar Yusuf Omer ku pismamê zaroka revandiye, ji Rûdawê re ragihand: “Dotmama min ya bi navê Ceylan Ekrem Umer şeva borî seat 20:00 dema ku ji mala xwe derdket û diçû dikanê, wenda bibû.”

Bi gotna kadar, dotmama wî ya 14 salî ji aliyê YPGê ve hatiye revandin û ji ber wê jî malbata wan bi tevahî îro li pêşya navenda tabûra Şehîd Lawend li taxa Gumrikê ya bajarê Qamişlo kom bibûn, ji ber guman heye keça wan li wir be.

Kadar herwiha got: “Me fermandara wê tabûrê ku bi navê hevala Edalet tê naskrin, dîtiye, lê wê ji me re gotiye, ew ne vala ne û karê wan heye.”

Pismamê wê keçê ji Rûdawê re ragihand: “Em li pêşiya navenda tabûra Şehîd Lawend rawesta bûn û me dît otomobîleke YPGê ji wir derket û keça me tê de bû, lê em bi dûv de çûn lê asayişê rê li pêşiya me girt û nehişt em bi bigihên wan û nasbikin keşa me birin kur.”

Heta niha YPGê ti daxuyanî derbarê girtina wê keçê de belav nekirye, lê tê gotin ku ew keç bo leşkeriya neçar birine.